Silêmanî-Panelek li ser 100 saliya Lozanê hate dayîn

Li ser sedasaliya Peymana Lozanê her wiha li Zanîngeha Silêmaniyê jî panelek hate lidarxistin û peyama xurtkirina hêza gelê Kurd hate dayîn.

Li ser sedasaliya peymana Lozanê li Zanîngeha Silêmaniyê, panelek hate lidarxistin.

Di panelê de mamosteyan peyama xurtkirina hêza gelê Kurd di warê dîplomasî û yasayî de dan

Têkildarî mijarê Dîroknas û Mamostayê Zanîngehê Yasîn Zerdeştî axivî û ev tişt anî ziman:

Bidawîbûn yan jî pêdeçûna Lozanê ne girêdayî salekê ye.

Dewleta Tirk niha di bin navê fobiya bidawîkirina peymana Lozanê û vegera Mûsilê de dixwaze Kurdan biqedîne.

Heta ku Kurd nebin yek û bikevin bin bindestiya faşîzma olî û mezhebî de, wê zehmet be ku li Tirkiyê aştî pêk were.”

Pisporê Yasayî û Mamostayê Zanîngehê Dr.Şoreş Hesen jî di panelê de axivî û nirxandin kir.

Şoreş Hesen destnîşan kir ku li hemberî hêzê ti qîmeta peymanê nîne û wiha got:

Tirkiye wê çaxê hêza wê hebû ku Sewrê betal bike.

Hêz dikare li beramberî siyaseta navdewletî rol bileyîze.

Kurd ji bo rûbirûbûna geşedanan, divê di wateya herî berfireh de hêza xwe ava bikin.

Lozan ne bi gotina me, ne jî bi gotina Erdogan betal nabe.

Lê di warê hêzê de, em dikarin ji bo berjewendiyên xwe li hember madeyên wê bisekinin û piştgiriyê bi destbixin.”

Tevgera Azadî bi boneya sed saliya Lozanê daxuyaniyek da

Back to top button