Xwepêşandên Iraqê ber bi herêma Kesk ve diçin

Xwepêşandanên li Iraqê jî her ku diçe belav dibe û herêm dikevin bin kontrola xwepêşandêran. Di encama teqîn û êrîşên hêzên leşkerî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

Îro jî bi hezaran xwepêşandêr li bajarên Iraqê li dijî gendelî û bêxizmetiyê daketin qadan.

Li Bexdayê jî bi hezaran kes daketin kolanan û xwepêşandan lidarxistin.

Di êrîşan de xwepêşanderekî jiyana xwe ji dest da.

https://rojnews.news/ku/rojhilata-navin/li-bexdaye-xwepesander-nezi-herema-kesk-bune-36281

Li gorî ajansa Frans Press ê ku agahiyên xwe spart çavkaniyên rayedarên leşkerî yên Iraqê, xwepêşander pêş diçin û nêzî herêma Kesk bûne.

Xwepêşandêran nuqteyên stratejîk xistine bin kontrola xwe û beşek ji pira Sink ku diçe herêma Kesk girtine.

3 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA Û 18 BIRÎNDAR BÛN

Tê gotin ji bo pêşî li xwepêşandêran were girtin û rê neyê dayîn ku bikevin herêma Kesk, hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatine kirin.

Ji aliyê din ve doh bi şev li Qada Tehrîr a Bexdayê teqînek rû da.

Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes ji birîndar bûn.

Herwiha 4 bombeyên deng jî teqiyan.

Li bajarê Nasiriyeyê jî teqînek rû û di encamê de 18 kes birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button