Hakan Sevenelîng: Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê wê xizmetê ji aştiyê re bike

Parlamanterê Partiya Çep a Siwîsreyê û endama Sendîkaya Karkeran Ya Yewnanîstanê jî beşdarî kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ya ji ‘Lîsteya Terorê’ bûn û diyar kirin ku divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Bi boneya rasthatina salvegera 43. damezrandina PKK’ê çavderê siyasî Kawa Nadir jî diyar ku berovajî divê dewleta Tirk bikeve lîsteya terorê.

Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’, ji aliyê Meclîsa Medya Dijîtal ya Kurdistanê ve kampanyayek berfireh hate destpêkirin.

Di çarçoveya kampayayê de gelek siyasetmedar, nivîskar, çalakvan, û kesên navdar yên Kurd û enternasyonalîst beşdarî kampanyayê dibin.

Parlementerê Partiya Çep ya Swîsreyê Hakan Seveneling jî tevlî kampanyayê bû.

Hakan Seveneling diyar kir ku hiştina PKK’ê ya di listeya lîsteya terorê bandorek neyînî li ser gelê Kurd û aştiya herêmê dike û got:

“Li Swîsre, cîhanê û li her dera Ewropayê gelê Kurd ji ber vê lîsteya terorê tê terorîzekirin.

Lewma divê PKK demildest ji lîsteyê bêderxistin û vê lîste biavêjin sergoya dîrokê.”

Seveneling dazanîn derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê wê xizmetê ji aşitiyê re bike û ev peyam da:

“Bi ya min derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dê siberojê zêdetir xizmetê ji aştiyê re bike û dê jiyaneke aştiyane bê mayîndekirin.

Seveneling diyar kir ku ji ber ku Partiya wan di nava kampanyayeke wiha de cih digire, ew gelekî kêfxweş e.

Emmy Koutsopoulou: Ti sedemek nîne ku PKK di lîsta terorê de bê girtin

Ji Sendîkaya Karkeran ya Yewnanîstanê Emmy Koutsopoulou jî tevlî kampanyayê bû û destnîşan kir ku tekoşerên PKK’ê ne teroristin.

Emmy Koutsopoulou daxuyand ku Ji ber metirsiya PKK’ê ji bo gelên Ewropayê nîne, ti sedemek nîne ku PKK di listeya terorê de be.

Emmy dibêje, Xistina PKK’ê di lîsteya terorê de tenê berjewendiyên dewleta Tirk diparêze û polîtkaya tundiyê ya dewleta Tirk rewa dike.

Çavdêrê siyasî Kawa Nadîr: Li Kurdistanê serhildana PKK tê wateya zindîbûn û nûbûna Kurdan

Li aliyê din bi boneya 27’ê Mijdarê, 43’yemîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Çavdêrê Siyasî Kawa Nadir jî ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Kawa nadir anî ziman ku dewleta Tirk bi îdiayên terorê heta niha jî PKK’ê reş dike û hewl dide di ‘Lîsteya Terorê’ de bigre.

Nadîr eşkere kir ku ji ber dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan dibîne, bi hemû hêza xwe û bi her cûrê şerê qirêj êrişê PKK’ê dike, Ji ber îro PKK bûye vîna gelê Kurd.

Kawa Nadir dawî de da zanîn ku divê hemû aliyên Kurd li dijî dewleta Tirk a ku navê PKK’ê weke ‘terorîst’ kar tîne helwest nîşan bidin.

Back to top button