Ka kujerên şehîd Şukrî Serhed?

57 roj li ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed re derbas bûn û hê jî kujerê wê nehatine eşkere kirin.
Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê vê hefteyê jî li cihê ku Şukrî Serhed lê hate şehîdkirin kom bûn û daxwaza eşkerekirina kujerên wî hat kirin.

Şehîd Şukrî Serhed ku 17’ê Îlona derbasbûyî de ji aliyê endamên MÎT’a Tirk ve li Taxa Çar Çira hate şehîdxistin, hîn kujerên wî nehatine girtin.

Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, heta niha bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Ji bo girtin û cezakirina kujerê Şukrî Serhed, îro bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê di hefteya şeşem de, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatiye şehîdxistin kombûn û çalakiyek li dar xistin.

Li cihê bûyerê daxuyaniyek hate dayîn û ji saziyên ewlekariyê, berpirs û rewşenbîrên herêmê hate pirsîn kujerên şehîd Şukrî kî ne û çima belgeyan ji bo raya giştî nayên eşkerekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan ragihand ku heta kujerê Şukrî Serhed neyên cezakirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Back to top button