Hêzên hikûmeta Şamê û komên çete yên dewleta Tirk li Idlib û Hemayê êrişî hev kirin

Şerê di navbera Hêzên hikumeta Şamê û komên çete yên bi ser dewleta Tirk ve li Idlibê û Hemayê dewam dike.
Balafirekê jî gundê Meclobe yê Minbicê ya dagirkirî bombebaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibê li derdora herêmên Filêfil û Fitêra yên li başûrê Idlibê, hêzên hikumeta Şamê û komên çete ên girêdayî dewleta Tirk deverên hev bi çekên giran topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan li Qilêdîn û El-Enkawî yên li bakur rojavayê Hemayê kir hedef.

Balafirekê gundê Meclobe yê Minbicê bombebaran kir

Li Minbicê jî, balafireke şer gundê Meclobe yê bakurê Minbicê ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dagirkirî ye, bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, piştî çend saetan ku balafireke şer li asîmanê Minbicê digeriya, gundê Meclobe bombebaran kir.

Back to top button