Tirkiyê 60 maşîneyên leşkerî şandin Idlibê û nuqteyek nû ava kir

Li Herêma Putin-Erdogan piştî rojeke ji şerê giran, îro bêdengî hebû.

Li gel agirbestê Arêşa Tirk sewqiyeta xwe ya ber bi Idlibê ve dewam dike û 60 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin.

Qaymeqanmê Idlibê yê rejîma Sûriyê jî îşaret bi oprasyoneke leşkerî ya nû li dijî Idlibê kir.

Tevî agirbesta Putin-Erdogan duh li Idlibê şerekî giran hebûn.

Lê bi derbasbûna agirbestê roja xwe ya 13’emîn, îro li herêmê bêdengî hebûn.

Artêşa Tirk şandina piştgiriya leşkerî ji bo Idlibê dewam dike.

Li gorî çavdêriya Sûrî dewleta tirk îro du caran piştgirî şand Ildibê.

Cara yekemîn 20 maşîneyên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kir.

Cara duyemîn jî 40 maşîne diheman derî re derbas kirin.

Bi vê yekê re jimar giştî ya maşîneyên ku ji destpêka agirbestê ve derbasî Idlibê bûne, digihêje hezar û 150 maşîne û bi sedan leşker.

Dewleta Tirk her wiha noqteyên xwe yên li herêmê jî zêde dike.

Di vê çarçoveyê de li gundê Ram Hemdan ê li Bakur- Rojhilatê Idlibê, noqteyek nû ava kir.

Rayedarekî Sûrî îşaret bi operasyoneke nû li dijî idlibê kir

Ji aliyekî din ve Qaymeqanmê Idlibê yê rejîma Sûriyê Mihemed Fadî Sedûn ji bo vekirina riya M4, îşaret bi oprasyoneke leşkerî ya nû li dijî Idlibê kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê lihevkirina Moskovê der barê Idlibê de pêk naynin.

Sedûn got:

“Agahiyên piştrastkirî hene ku komên çete beşeke mezin ji şêniyan wek mertal bi kar tînin da ku dewriyeyan li ser rêya M4 asteng bikin, her wiha pirek hilweşandin da ku peymana Moskovayê pêk neyê.”

Back to top button