HDP’ê, êrişa çekdarî ya li Silêmaniyê ya dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan şermezar kir û xwest berpirsiyar bên girtin.
Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê sûîqesta li Silêmaniyê ya li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan şermezar kir.
HDP’ê, li ser hesaba xwe ya medya dijîtal ev daxuyanî da:
“Em sûîqesta li Silêmaniyê ya li dijî endamê Komaleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan, bi tundî şermezar dikin.
HDP: Divê Rêveberiya heremê tavilê berpisê sûîqastê eşkere bike
Ev êriş berdewamiya komkujiyên li dijî Nagîhan Akarsel û bi dehan welatparêzên Kurd e. Erka rêveberiya herêmê ye ku tavilê berpirsên vê sûîqestê eşkere bike.”
Het niha ti partiyeke siyasî ya Başûrê Kurdistanê jî êrîşê şermezar nekiriye û helwestek nîşanê dijminahiya dewleta Tirk a li çalakvan û siyasetmendarê Kurd neda ye.
Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Hûseyîn Araslan şehîd bû