Hêrsa li dijî dagirkerî û xiyanetê

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li dijî grîla û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên xwe dewam dikin. Îro jî li gelek deveran bi hezaran kes daketin qadan û êriş şermezar kirin.. Di çalakiyan de peyama bilindkirina têkoşîna li dijî êrişan û piştgiriya berxwedana gerîla hate dayîn.

Li dijî êrişên dewlet Tirk ya dagirker yên bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêrsa gel zêde dibe.

Îro ciwanên Qamişlo bi meşeke bi erebeyan êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên li dijî gerîla şermezar kir.

Meşa ciwanan ji Çerxeriya Osman Sebrî dest pê kir û ber bi Çerxeriya Şehîdên International ve dewam kir.

Jinên Êzîdî ê Mala Êzîdîyan ya Herêma Cizîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Bi hezaran şêniyên Şehbayê li dijî êrişan daketin kolanan

Li Şehbayê jî bi hezaran koçberên Efrînê yên li Şehbayê li dijî êrişên Dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser gerîla daketin kolanan.

Welatî li navçeya Ehdesê kom bûn û ber bi navenda navçeyê ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Meclisa Kantona Şehbayê Werde Şêxo, û li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Ronahî Hisên axivîn û gotin ew ê piştgiriya berxwdana gerîla ya li dijî êrişan dewam bikin,

Her wiha bang li civaka navnetewî hate kirin ku êrişên hovane ên dagrkeriya tirk li ser herêmê rawestînin.

Partiyên siyasî li Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên li ser herêmê şermezar kir

Partiyên siyasî yên li Minbicê bi heman armancê daxuyanî dan.

Daxuyanî bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî li Minbicê ji hêla endamê rêveber ê PYD’ê Minbicê Mehmûd Cemo hate xwendin.

Di daxyaniyê de êrişên li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezarkirin.

Her wiha bang li civaka navnetewî û hêzên garantor hate kirin û êrişên li ser herêmê rawestînin.

Kombûna jinên zenûbiya li Reqayê li dijî êrişan soza bilindkirina têkoşînê da

Kombûna Jinên Zenûbiya li Reqayê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya Çerxeriya Firûsiya hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmê bi hevkariya PDK’ê dixwaze dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike.

D dawiya daxuyaniyê de li dijî êrişan soza bilindkirina têkoşînê û piştgiriya berxwedana gerîla hate dayîn.

Back to top button