Çeteyên Tirkiyê mal û milkên gundên Serê Kaniyê dizîn

Li Serê Kaniyê ya dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker stûn û bircên kehrebeyê dizîn da ku derbasî Tirkiyê bikin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan “Komên Tirkiyê stûn û bircên kehrebeyê yên gundên Metla, Lezqa, Beyt Cemalo, Beyt Tekno û Til Sexir ên Serê Kaniyê dizîn.”

Heman çavkaniyê da zanîn ku, “tiştên hatine dizîn ji bo derbaskirina ji Tirkiyê re tên amadekirin.”

Berî niha jî çeteyan li gundê Mirêks ê Serê Kaniyê, kabluyên kehrebê, derî, pençere û xizanên avê jî dizîbûn..

Back to top button