Hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê

Li Efrîna dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên şêniyan desteser dike, darên zeytûnê jî dibire û vediguherîne baregehên leşkerî. Her wiha çete jî şêniyan bi darê zorê li cem xwe dide karkirin.

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê, bêserûber xwazaya Efrînê wêran dikin û erdên şêniyan vediguherînin navendên leşkerî.

Malpera Afrîn Post, ev yek piştrast kir û eşkere kir ku li gundê Qere Tepe yê navenda bajêr, çeteyan erdê şêniyê bi navê Henan Mixtar desteser kir, 300 darên zeytûnê jî birî û veguherand baregeheke leşkerî.

Li gundê Tilifê yê naveçeya Cindirêsê jî çeteyan tevahî mal û erdên li derdora girê li gund desteser kirine û ew jî kirine baregeh.

2018’an, artêşa dewleta Tirk 50 malên gundê Dêrwêşê Çiya desteser kirin, zêdetirî 2 hezar darokên tirî û 400 darên zeytûnê birîn, gund jî veguherandin baregeheke leşkerî.

Li gundê Meryemînê yê Şera jî artêşa Tirk erdê şêniyekî ji gundê Qetmê desteser kir û nêzî 370 darên zeytûnê birî.

Li navenda bajêr jî dibistana Ezhar Efrîn hatiye desteserkirin û ew jî veguherandine navendeke leşkerî.

Çete şêniyên resen bi darê zorê ji bo kirinên xwe bikartînin

Li aliyekî din, Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi darê zorê şêniyên resen, di kirinên xwe de dide karkirin.

Rêxistinê da zanîn ku çete gefa revandinê ku bi tewanên nerast li şêniyan dixwa û li cem xwe dide karkirin, yê ku vê nepejirîne jî tê revandin û rastî êşkenceya herî hov tê.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî, tenê di vê mehê de, revandina 100 kesan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, belge kir.

Back to top button