Li dijî leşkerkirina zarokan, mekanîzmeke gilyan ava bû

Rêveberiya Xweser bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo rawestandin û qedexekirina leşkerkirina zarokan, mekanîzmeke gilyan ji bo welatiyan ava kir.

QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

QSD’ê diyar kir ku mekanîzmeya gilayan li gorî peymana navbera QSD’ê û Netewên Yekbûyî, ya 29’ê Hezîrana 2019’an hatiye îmezekirin, pêk hatiye.

Li gorî vê mekanîzmeyê, çi gaveke leşkerkirina zarokan di nava refên QSD’ê de çêbibe, wê xizmên zarok û saziyên berpirsyar, karin giliyên xwe bikin.

Rêveberiya Xweser û QSD’ê teqez kir ku wê li gorî biryar û qanûnên navdewletî yên girêdayî parastin û mafên zarokan, tev bigerin.

Back to top button