MSD: Em ê peymaneke girîng li Rûsyayê îmze bikin

Meclisa Sûriya Demokartîk MSD’ê li Rûsyayê ye û dê peymaneke girîng îmze bike..
Endamê Şandeyê Sîhanok Dîbo ragihand ku ew bi awayekî fermî hatine vexwendin û dê peymaneke girîng îmze bikin û li gel rayedarên Wezareta Derve ya Rûsyayê jî bicivin.

Meclisa Sûriya Demoratîk MSD’ê li paytexta Rûsya Moskovayê ye.

Şandeya MSD’ê dê li gel partiya Vîna Gel peymaneke lihevkirinê îmze bike ku weke xaleke raseqîn a guhertinê tê binavkirin.

Endamê Şaneya MSD”ê û nûnerê wê li Misrê Sîhanok Dîbo bernameya xwe ji ANHA’yê re eşkere kir û da zanîn ku “wê roja duşemê MSDê û Partiya Vîna Gel bi rêya civîneke Çapemeniyê peyamaneke lihevkirinê îmze bikin û piştre naveroka wê were eşkerekirin û di heman rojê de, li gel wezareta derve ya Rûsyayê jî bicivin”

Li gorî Dîbo, ev peyman dikare bibe nexşeyeke ji bo peyamneke civakî ya nû ji Sûriyê re ku bikare rê li ber hewldanên dagirkerî, parçekirin û sîstemeke navendî li Sûriyê bigire”

Nûnerê MSD’ê li Misrê her wiha teqez kir ku “Ev gava herî baş û sûdeke nîştîmanî ji bo tevahiya Sûriyan e û herî zêde ji bo Opozsyona Demokratîk û xaleke rasteqîn a guhertinê ye”

Heman berpirsê MSD’ê eşkere kir ku ew “bi awayekî fermî ji bo Rûsyayê hat vexwendin” û li ser wî bingehî, Seroka Desteya Rêveber Ilham Ehmed, Cîgirê wê Hikmet Hebîb, Serokê Yekîtiya Suryanan Senherîb Bersum û nûnerê MSD’ê li Misrê Sîhanok Dîbo, niha li Moskovayê ne..

Back to top button