“Pêwîste gelê herêmê li Rêber Apo xwedî derkevin”

Ciwanên Dêrazorê banga yekitî û hevgirtinê kir ji bo têkbirina tecrîda li ser Rêber Apo kirin.

Endamê Komîteya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Mihemed Elî got:

“Divê em têkoşîna xwe dewam bikin.

Lazime em bibin yek da ku li hember siyasetên dewleta Tirk bisekinin. ”

Mihemed Elî tekez kir ku ew ê bi yekdengî li ber xwe bidin.

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Malik El Ewad jî dibêje:

“Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan red dikin.

Em wek ciwanên rojavayê Dêrazorê dê hewldanên xwe zêde bikin.”

Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Suha El Seîd bang li xelkê herêmê kir ku li Rêber Apo xwedî derkvin..

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Elî Xalid bêdengiya rêxistinên mafên mirovan şermezar kir.

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîdê daketin qadan

Back to top button