Şefê bazirganiya Kokaînê û hevkarê AKP bû armanca êrişeke çekdarî

Yek ji şefên bazirganiya kokaînê û hevkarê rayedarên payebilind ên AKP, Halîl Falyali di êrişeke çekdarî de hate kuştin. Serokê rêxistina sûc Sedat Peker beriya demekê pêwendiyên Falyali li gel serokwezîrê berê Bînalî Yildirim eşkere kiribûn.

Doh êvarê li bajarê Gîrne yê Qibirsa di bin dagirkeriya Tirkiyê de, xwediyê yek ji qumarxaneyên herî mezin û bairganê kokaînê Halîl Falyali bû armanca êrişeke çekdarî.

Ajokerê Falyali li cihê bûyerê mir û ew jî gira birîndar bû.

Piştî çend saetan Halîl Falyali jî li nexweşxaneyê mir.

Bi êrişê re bazirganê mezin ê narkotîkê careke din ket rojevê.

Herî zêde jî bi pêwendiyên xwe ên veşartî li gel rayedarên AKP’ê û wezîrê karê hunidir ê salên 90’î Mehmet Agar.

Lewma beriya demeke serokê rêxistina sûc Sedat Peker pêwendiyên Falyali li gel rayedarên dewletê eşkere kiribûn.

Peker diyar kiribû ku Halîl Falyali tevî kurê serokwezîrê berê yê AKP’ê Bînalî Yildirim û Mehmet Agar bazirganiya kokaînê dikin.
Bi taybet bal kişandibû ser wê yekê ku keştiyên narkotîkê yên ji Venezulayê tên, bi rûya Halîl Falyali têne firotin.

Sedar Peker wedî din gotibû, rayedarên dewleta Tirk nikarin tiştekî bi Falyali bikin û sedema vê yekê jî wiha eşkere kiribû:

Di destî Falyali de kasetên veşartî yên rayedarên AKP û dewletê hene.

Eger wan biweşîne, wê rastiya gelek kesan derkeve holê.

Back to top button