Mûstafa Karasû: HDP û partiyên nêzî Kurdan di bin zexteke giran de ne

Piştî hilbijartinên 28’ê Gulanê nîqaşên li ser Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên tifaqê, HDP û Tevgera Azadiyê ya Kurd didomin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû nirxand ku di demên dawî de kampanyayên tinekirinê yên li hemberî HDP’ê zêde bûne.
Mustafa Karasû bal kişand ser vî tiştî ku tê xwestin bi êrîşên şerê taybet HDP were tunekirin û qelskirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkîldarî hilbijartinên Tirkiyê ya borî û li ser êrîşên şerê taybet pirsên ANF bersivand.

Mûstafa Karasû diyar kir ku ji bo sosyalîst û demokratên Tirkiyê nêzî têkoşîna azadiya Kurdan nebin zextên giran dikin û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk hem astengkirina hebûna Kurdan di warê siyasî de bi nasnameya xwe, hem jî astengkirina hatina ba hev a sosyalîst û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî bi Kurdan re, ji bo pêkanîna qirkirinê pir giring dît.

Ji bo meyleke wiha bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re çênebe, navgînên zorê û hemû pêkanînên şerê taybet xistin dewreyê.

Niha HDP û partiyên nêzê Kurdan, di bin zexteke giran de ne. Gelek kadro û sempatîzanên wê di girtîgehan de ne.

Niha jî zextên giran dikin ku nehêlin sosyalîst û demokratên Tirkiyeyê xwe nedin ba têkoşîna azadiya Kurdan.”

Karasû: Nûnertiya wekhev bi serê xwe şoreş û pêşveçûneke mezin e

Mûstafa Karasû diyar kir ku têkiliya navbeyna bipêşveçûna azadiya jinan û demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserbûna pirsgirêka Kurd, rasterast e û got:

“Nûnertiya wekhev, bi serê xwe şoreş û pêşveçûneke mezin e.

Bi bipêşveçûna azadiya jinan, wê şoreş kûr bibe û bibe ku kes nekare têk bibe.

Niha li meclisa Tirkiyeyê hêmana yekane ya erênî koma Partiya Çepên Kesk û hêza wê ya jinan e.”

Karasû: HDP’ê nekarî polîtîkayên şerê taybet pûç bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku HDP, di pûçkirina êrîşên şerê taybet de pasîf maye û wiha got:

“Piştî hilbijartinan, êrîşên li dijî HDP’ê ji aliyê navenda şerê taybet ve tên birêvebirin.

Navenda şerê taybet, bi taybetî medyaya dîjîtal, bi awayekê rêxistinkirî, bi armanc û berfereh bi kar tîne.

Ger HDP’ê bigota ev êrîşên trolan û şerê taybet in, ev dûrê rastiyê ne, şaşiyên hatine kirin, derxistina holê wê bandortir bûya.

A rast, navendên şerê taybet ên cur bi cur û derdorên cur bi cur êrîşên îdeolojîk- polîtîk kirin,

diyar bû ku xebata îdeolojîk û perwerdehiya HDP’ê, hem di nava xwe de hem jî di nava civakê de ne têr e.”

Back to top button