Li başûrê Idlibê di encamê êrîşeke çeteyên dewleta Tirk de, jimareke leşkerên hikumeta Şamê hat kuştin û birîndarkirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê hêzên hikumeta Şamê hewl da derbasî gundewarên başûrê Idlibê bibin, lê ji aliyê çeteyan ve hatin topbarankirin û di encamê de kuştî û birîndarên hikumetê çêbûn.
Çavdêriyê duh jî diyar kiribû ku , hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li gundewarên Hema û Idlibê bi topan êrîşî hev kirin.
Her wiha çeteyan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li ser rêya “Şam – Heleb” ji başûrê bajarê Seraqibê ve topbaran kirin.