Li Hollanda keştiya barhilgir 2 roje dişewite: Karesata jîngehê!

Li peravên Hollanda 2 rojin keştiye barhilgir dişewite.
Ji ber şewata nayê vemirandin, hişyariya karesta jîngehê tê dayîn.

Keştiya Fremantle Highway ya li peravên Hollandayê dişewite, 3 hezar westayît tê de ye.

Ev du rojin keştî dişewite û heta amadekirina vê nûçeyê jî nehatibû kontrolkirin.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber şewatê ji 22 xebatkarên Hindistanî yek miriye.

Rayedaran diyar kirin ku ji bo balansa keştiya ala Panamayê xera nebe xebatên sarkirinê yên bi rijandina avê dewam nakin.

Hate ragihandin ku germahiya li keştiyê hîn pir bilinde, lê li gorî doh şewat kêm bûye.

Têkildarî sedema derketina şewatê lêpirsîn hatiye despêkirin.

Kompaniya keştiyê Shoei Kisen Kaisha, îdia kir ku agir “îhtîmal e ku ji otomobîlên elektrîkê derketibe”.

Hat teqez kirin ku komîteya ku wê ji aliyê her rêveberên Hollanda û Panama ve were avakirin wê rola karmendan di bûyerê de lêkolîn bike.

Xeteriya Karaseta Jîngehê

Îhtîmala şewata “bi rojan” bidome xetereya felaketeke ekolojîk li herêmê zêde dike.

Keştî li deryaya Terschelling û Amelandê ye, ku beşek ji arşîpela giravên hesas ên ekolojîk ên li Deryaya Wadden e.

Herêma ku ji aliyê UNESCO’yê ve wekî Mîrateya Dinyayê ya UNESCO’yê hatiye îlankirin û Hollanda, Almanya û Danîmarkayê digire nava xwe, zêdeyî 10 hezar cureyên avî û bejahiyê lê dijîn.

Back to top button