Tevgera Azadî êrîş û zextên li ser wargerha Mexmûrê şermezar kir

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê têkîldarê mijara dorpêç, êrîş û zextên li ser Wargeha Mexmûrê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku êrîşên li dijî Wargehê encamên bazarên siyasî ne.

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li Germiyanê derbarê êriş û zextên li ser wargeha Mexmûrê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Germiyanê Şeyma Ednan ve hate dayîn.

Şeyma Ednan destnîşan kir ku hêzên Iraqê bi hevkariya PDK û bi plana dewleta Tirk, êriş li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî dayî destpêkirin û wiha got:

“Ev êrîş di çarçoveya tecrîdkirina gelê Mexmûrê de ye ku bi salen li vê wargehê dijîn e.

Ev êrîşa li dijî sivîlan hatiye kirin siyasî ye. Ev yek encama têkçûna dewleta Tirk a dagirker ya li çiyayên Kurdistanê ye

Di heman demê de serneketina Erdogan ya di hilbijartinê de li beramberî gelê azadîxwaz û Partiya Çepên Kesk e.

Wek Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê vê êrişê şermezar dikin.”

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bang li NY, parlamenterên Iraqê, hemû azadixwazan kir ku li hember vê êrîşê bê deng nemînin.

El Selac: Bi destê hikumeta Iraq û PDK’ê daxwazên Tirkiyê pêk tê

Back to top button