HDP Başûr: Divê Iraq û NY mafên penaberan biparêzin

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ya artêşa Iraqê şermezar kirin û banga li Iraqê kir ku demildest li wir vekişin.

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê di der barê hewldanên Iraqê yên ji bo têlkirina derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Wargeha Mexmûrê cihê niştecihên penaberên siyasî yên bakurê Kurdistanê ye ku dibin çavdêriya NY’ê de ye.

Bi salane êrîş û bombebarana li ser şêniyên wargeha Mexmûrê ne rawestaye.

Bê aramî di nava welatiyan de heye, ji bo wê em dorpêça li ser wargeha Mexmûrê şermezar dikin.

Armanca dorpêçkirin û êrîşa Artêşa Iraqê ya li ser wargeha Mexmûrê ewe ku dixwazin wargehê veguherînin girtîgeha servekirî.

Ev helwestek dijmirovîye.

Em êrîşa Iraqê ya ser wargeha Mexmûrê şermezar dikin û piştgiriya xelkê wargeha Mexmûrê dikin û li gel wanin.

Hêvîdarin Neteweyên Yekbûyî erkên xwe pêkbîne. Her wiha hêzên Iraqê jî ji Mexmûrê vekişin.”

Tevgera Azadî êrîş û zextên li ser wargerha Mexmûrê şermezar kir

Back to top button