Kongra partiya Sûriya pêşerojê ya Hesekê hate li darxistin

Kongra Partiya Sûriya Pêşerojê ya li ser asta kantona Hesekê hate lidarxistin.

120 delegeyên ji bajarên Serêkaniyê, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan û rûpsiyên eşîrên Kurd û Ereb beşdarî konrê bûn.

Di kongrê de meclisa giştî ya partiyê ya şaxê Hesekê ku ji 21 kesan pêk dihat, hate hilbijartin.

 

Partiya Sûriya Pêşerojê bi armanca lidarxistina kongreya xwe ya giştî, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzekongreyan li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de îro partiyê li ser asta kantona Hesekê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist.

Kongr li Hola Nuxbê ya bajêr bi slogana “Sûriyeke demokratîk û nenavendî, mîsogerkirina Rêveberiya Xweser û piştgiriya QSD’ê” li dar ket.

120 delegeyên ji bajarên Serêkaniyê, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê beşdar bûn.

Her wiha rûpsiyên eşîrên Kurd û Ereb jî di kongrê de amade bûn.

Serokê nivîsgeha birêxistinkirina partiyê şaxê Cizîrê Salih Zoba di destpêkê de perspektîfên siyasî û rêxistinî xwendin.

Zoba bal kişand ser ku dewlata Tirk bi rêya dagirkirina xaka wan hewldana têkbirina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Paşê raporên partiyê yên bajarê Hesekê hatin xwendin û çalakiyên komîteya partiyê şaxê bajêr hatin nîqaşkirin.

Rêveberiya Ofîsa Jin di Partiya Sûriya Pêşerojê de Sûad Xelo li ser armanca lidarxistina kongreyê axivî.

 

Kongre bi hilbijatina meclisa giştî ya partiyê ku ji 21 endamên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê pêk tê, bi dawî bû.

Tê payîn ku ji nava 21 endaman serok û cîgirê şaxê Hesekê werin hilbijartin.

Paşê wê beşdarî kongreya giştî ya ku meha Nîsanê were lidarxistin, bibin.

Back to top button