Xelkê Mexmûrê, li dijî hewldana artêşa Iraqê ku dixwaze wargehê dorpêç bêke ji 7 salî heta 70’ê salî di nobetê de ne.
Artêşa Iraqê 3 roj in hewl dide ku têlan li dora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê birêsîne û wargehê bike kampeke komkirinê.
Berxwedana xelkê wargehê ya li dijî vê hewldanê dewam dike.
Jin, ciwan, zarok, extiyar xelkê wargehê bi temamî li ber vê zextê radibe û bi şev û roj nobedê digire.
Daxwaza şêniyên wargehê vekişîna artêşa dewleta Iraqê ye.