Li Şengalê ciwanan bi meşek meşaleyî Cejna Newrozê pîrozkirin, ciwana ragihandin ku wê ti kes nekaribe li ber têkoşîn û berxwedana wan ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bigre.
Duh êvarî li Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidxan û Yekîtiya Ciwanên Êzidî ji bo Newrozê meşek meşaleyan hate lidarxistin.
Bi sedan ciwanên ku tevlî meşê bûn li ser rêya gundê Kolika ya çiyayê Şengalê lihev kombûn û dest bi meşê kirin.
Meşa ciwanan heya goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan dewam kir.
Li wir ciwanan agirê Newrozê bi coşek mezin pêxistin û li ser navê ciwana Sara Botan axivî û got: Bi ruhê Kawayê hemdem emê têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin.
Piştî axaftinan ciwanan li derdora agir govend gerandin û çalakî bi dawî bû.