Rêveberiya Xweser 92 kes radestî Ozebekistanê kirin

Rêveberiya Xweser 92 zarok û jinên Ozbekî yên ji malbatên DAIŞ’ê radestî welatê wan kirin.

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 68 zarok û 24 jinên Ozbekî radestî bi kongreyeke çapemeniyê radestî nûnerê Wezareta Derve ya Komara Ozbekistan Behremecan Elîyêf kirin.

Li gorî Hikûmeta Ozbekî, heta niha bêhtirî 330 kesên ji malbatên DAIŞ’ê ji Bakur û Rojhilatê Sûrî wergirtine.

Berî çend rojan jî Rêveberiyê 34 zarokên Rûs yên malbatên DAIŞ’ê radestî welatê wan kirin.

Back to top button