Ji bo ava Hesekê Parlamena Erebî bang li civaka navdewltî kir

Yekîtiya Parlamena Welatên Erebî li ser qutkirina ava bajarê Hesekê bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li dewleta Tirkî ya dagirker bike, da vê polîtîkayê rawestîne.

Yekîtiya Parlamenî bi daxuyaniyekê got ku Tirkiye hemwextî, vîrûsa Coronayê, cejina Remezanê û bilindbûna pileyên germahiyê; vê siyaseta qirêj li dijî şêniyên bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tîne.

Yekîtiyê da zanîn ku Tirkiye ji bo tesfiyekirina hisabên leşkerî û siyasî, sivîlan weke kaxezekê bi kar tîne.

Ji bo pêşîgirtina rûdana bobelateke mirovî, Yekîtiya Parlamena Welatên Erebî bang li civaka navdewletî û rêxistinên peywendîdar ên mafên mirovan kir ku bilezûbez dest tê werde û Tirkiyeya binpêker ji van kirinan bide vegerandin.

Back to top button