TEV- DEM: Çîna kedkaran ji hemuyên din bêhtir bi rêxistin bûye

Ji bo sibe 1’ê Gulanê, peyam tên dayîn û kedkar û karkerên cîhanê li her dera lê ne, tên silavkirin. TEV- DEM û PYD jî ev roj pîroz kir û tekez kir ew ê piştgiriya bi karkeran bidomînin heta bigihêjin maf û armancên xwe yên avakirina civakeke demokratîk û azad.

Keda wan pîroz e û nayên jibîrkirin, ji ber ew in ên ji bo civaka xwe her di nava xebatê de ne û kar dikin..

Sibe 1’ê Gulanê, Roja Karker û Kedkaran a cîhanî ye..

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ev roj pîroz kir û da zanîn “Bi rêya şoreşa gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji her kesî re eşkere bû ku çîna kedkaran ji hemû çînên din zêdetir xwe bi rêxistin kiriye.”

TEV-DEM tekez kir ew piştgirî û piştevaniya çîna kedkar û têkoşer dikin, ji bo ku maf û armancên xwe yên avakirina civakeke demokratîk û azad pêk bînin.

Dawiyê bang li tevahî rêxistin û saziyên karkeran ên cîhanê kir ku bibin yek û ji bo piştgiriya şoreşa gelên herêmê zêdetir helwestên erênî nîşan bidin.

PYD’ê 1’ê Gulanê li tevahî gelên Sûriyê pîroz kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanî li tevahî gel pîroz kir û anî ziman “Çawa gel pîrozbahiyên Newroza 2021’ê ji hemû hêzên desthilatdar re kirin derbe, wê 1’ê Gulanê jî bi vî rengî derbas bikin.”

PYD’ê piştrast kir ew bi vîna gelê xwe ya avakirin û pêşxistina Rêveberiya Xweser bawer in ku bi kombûna li derdora rêveberiyê, bibin gava yekemîn a avakirina Sûriyeke nû.

Back to top button