Riyad Derar: Divê hêzên navdewletî fişarê li Tirkiyê bikin

Hevserokê MSD Riyad Derar diyar kir ku hêzên navdewletî ji ber ku fişarê li Tirkiyê nakin, biryaran wan tenê li ser kaxizan dimînin, dewleta Tirk jî her û her van sûcên xwe dike. Derar hişyarî da ku bobelateke mirovî çêdibe û banga destwerdanê li civaka navdewletî kir.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar diyar kir ku qutkirina ava çemê Firatê ne tenê bandorê li Rêveberiya Xweser dike, di heman demê de bandorê li tevahiya şêniyên herêmê dike.

Tirkiyaya dagirker ev serê 3 mehan zêdetir ava Çemê Firatê kêm dike û tenê 200 metre-dam av dide Sûriyê.

Li gorî lihevkirina sala 1987’an a di navbera dewleta Sûriye û dewleta Tirk de, divê ya dawî di her saniyekê de, 500 metre dam av biherikîne axa Sûriyê.

Riyad Derar Hevserokê MSD hişyarî da, ku qutkirina avê metirsiya herî mezin li ser şêniyên Hesekê çêkiriye, ji ber ji dema dewleta Tirk Serê Kaniyê dagir kiriye, şêniyên Hesekê ji ava vexwariyê ya Elok jî bêpar bûne..

Jixwe niha herêm ji ber Coronayê jî ber bi rewşeke kambax ve diçe, nebûna avê ziyanê dide kehrebeyê û ev herdu jî ji bo nexweşên Coronayê pêdiviyên herî sereke ne.

Ev rewş tam li ber çavan e, lê civaka navdewletî bê bersiv e.

Derar ji bo vê dibêje: “Pirsgirêk di biryarên navneteweyî de ye, ji ber fişarê li Tirkiyê nakin û biryarên wan tenê li ser kaxizan dimînin û helwestên girêdayî wê nayên dayîn”.

Hevserokê MSD’ê diyar kir ku her çi qas hewldanên Rêveberiya Xweser ên peydakirina avê hebin, lê dîsa jî ne têrker in û divê biryareke navneteweyî ji bo çareserkirina vê mijarê bê dayîn.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar teqez kir ku divê her û her fişar û bang hebin, ji ber ev mijareke mirovî ye, mijareke mayîn û mirinê ye, bi ser de jî sûcekî şer e.

Back to top button