Li bajarê Tirkiyê yê Îzmîrê HDP’ê tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan hat şermezarkir. Dewleta Tirk a dagirker ji ber vê çalakiyê 2 endamên HDP’ê binçavkir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê xwest ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke bide.
Lê polîsên dewlta Tirk a dagirker, destûr neda ku daxuyanî bê dayîn û endamên HDP’ê derpkirin
Rêvebirê HDP’ê yê bajêr Mûrat Tûfan û Endamê Meclîsa Partiyê (PM) a HDP’ê Hecî Yilmaz bertek nîşanî êrîşê dan
Û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin.
Li ser vê yekê polîsan her du endamên HDP’ê derpkirin û piştre binçavkirin.
Her 2 HDP’iyiyên hatin hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Şaxa Ewlekariyê ya Bajêr.