Li Mêrdînê Welatparêzê Kurd Weysî Taş ji bo şermezarkirina tecrîdê agir berda canê xwe û bi rêya peyameke bi vîdeo dibêje: “Ev tevgeramin li hember tecrîdê çalakiyeke siyasî ye di vê rêsixtinê de Ferhat Kurtay û Mazlûm Dogan naqedin.”
Weystî Taş’ê 65 salî di dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de di Zindana Amedê de hatibû ragirtin û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin.
Berî 6 mehan dîsa hate girtin. Şeva 12’ê Çileyê ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan agir berda bedena xwe.
Welatparêzê Kurd Weysî Taş ku li Mêrdînê di nava gel de wekî Bûbo tê naskirin li dijî tecrîdê bang gelê kurd dike û dibêje:
“Eger em li dijî tecrîdê dernekevin emê herin yek bi yek”
“Di vê rêxistinê de Ferhat Kurdtay û Mazlûm Dogan naqedin. Divê em li dijî tecrîdê derkevin ger em dernekevin emê herin yek bi yek.
Ev çalakiya min siyasî ye, ezê bi ken çalakiya xwe bikim; li dûh min negrîn bilîlînin.”
Doh Cenazeyê Şehîd Weysî Taş li navçeya artuklu ya Mêrdînê li Goristana Taxa Îstasyonê hate veşartin.