Odeya Bazirganiyê ya Bexdayê banga boykotkirina malê Tirkî kir

Weke bertek li hember êrişên Tirkiyê Odeya Bazirganiyê ya Bexdayê banga boykotkirina malê Tirkî kir.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Bexdayê Firas Al Hamedanî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:

”Salene bazirganiya li gel Tirkiyeyê 20 milyar dolar e, eger boykot bikin wê zererek mezin li aboriya Tirkiyeyê bibe.

Bi vê re jî wê ev gav li dijî komkujiyê bibe bersivek xurt.”

Firas Al Hamedanî banga boykotkirina malê Tirkî li hemû gelê Iraqê û bazirganên Iraqî kir.

Back to top button