Li Qamişlo foruma Şoreşa Jinan di roja 2’an de dewam dike

Foruma Yekemîn a Şoreşa Jinan li ser asta Rojhilata Navîn îro di roja 2’an de dewam dike.

Forum Şoreşa Jinan doh li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo dest pê kir.

‘Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin’ slogana forumê ye.

Forum ji aliyê 7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûrî ve hatiye organîzekirin.

Di xebatê roja yekê a forumê de destkeftiyên jinan ên 10 salan hatin nirxandin.

Forum îro di roja 2’an de dewam dike û tê payîn ku îro bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Foruma Şoreşa jinê bi beşdarbûna 7 rêxistinên jinan li Qamişlo tê lidarxistin

Back to top button