Ev bêhtirî 6 mehan Dewleta Tirk Ava Firatê ji ser Sûriyê qut dike û niha jî 5 metreyan av daketiye.
Ev dîmenên Çemê Firat in, rêjeya ava bi awayekî metirsîdar daketiye.
Li gorî Buroya Enerjî û Hevpeyewndiyan a Herêma Cizîrê, ji ber Dewleta Tirk ji berî 6 mehan de av kêm kiriye, 5 mereyan li serasnerî çem daketiye û ew êdî neçar in tenê torbînekê di bendavana de bixebitînin.
25 Nîsanê jî Rêveberiya Bendavan ragihand ku, li şûna 500 M3, tenê 200 M3 derbasî Sûriyê dibe û herikîna avê qels bûye.
Li gorî Rêveberiyê, rêjeya avê dighêje asta herî jêr û ev jî nahêle ev paqij bimîne û metisiyê di warê ava vexwarinê û çandiniyê de jî çêdike.