Li Kobanê 4′emîn Pêşangeha Wêneyan di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.
4′emîn Pêşangeha Wêneyan 1′ê Cotmehê bi pêşengiya mamoste û xwendekaran hatibû destpêkirin.
Pêşangeh bi dirûşma “Em çiqas cihreng bin, li ser tabloya welat dibin yek reng” li Parka Ronîwar a li bajarê Kobanê hat vekirin.
14 xwendekarên beşa wênekêşiyê ya Navenda Çand û Hunera Baqî Xido bi 54 tabloyan tev li pêşangehê bûn.
Pêşangeh di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû û beşdaran elaqeyeke mezin nîşanî pêşangehê da.
Wêneyên portre, yên şervanan, dayikên Kurd û wêneyên balê dikişînin ser xwezayê hatin pêşandan .