Îsraîlê derdora Şamê topbaran kir, leşkerekî Sûrî hat kuştin

Îsraîlê vê sibê baregeheke leşkerî li nêzî Şamê tobparan kir û leşkerekî Sûrî hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Çavkaniyeke leşkerî ya Sûrî ragihand ku topbarana Îsraîlê ji bakurê bajarê Celîl pêk hat û yekîneyeke parastina asmanî li devera Nebî Habîl li gundewarê Şamê kir armanc.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî, Îsraîlê hin baregehên Hizbullah û yekîneyeke parastina asmanî ya Sûrî li gundewarê Zebedanî kirin armanc.

Îna borî jî Îsraîlê devera Misyaf a Hemayê topbaran kiribû û 6 çekdarên alîgirên Îranê hatibûn kuştin.

Back to top button