Welatiyên Helebê diyar kir ku çalakiya fedaî ya Tabûra Nemiran li Enqereyê kiriye ji bo dewleta Tirk sûcên xwe rawestîne hişyariyek e û got “Ev çalakî peyamek e ku hêzên me dikarin her tiştî li her derê bê tirs bikin.”
Ehmed Nebîko piştgiriya xwe ji hêzên gerîlayan re anî ziman û wiha got:
“Yên herî rast şerê dijmin dikin, parastina gelê Kurd û 4 parçeyên Kurdistanê dikin, gerîla ne.
Em ê heta dawiya canê xwe li pişta gerîlayan bin û di her gavekê de piştgiriya wan bikin.”
Zeyneb Nasir jî girîngî da hebûna hêzên gerîla û wiha domand:
“Bêyî hêzên gerîla em Kurd tu hebûna me nîn e, wan hebûna me bi rêya şoreşa li dijî mêtingeran bi dirêjahiya salan îsbat kir.”
Ayşe Omer fedakariya gerîla silav kir û piştgriya xwe anî ziman û wiha got:
“Gel û gerîla hev temam dikin. Ne ji gerîlayan bûya em nedigihîştin vê pêvajoyê. Ji bo Rêber Apo û gerîla em li ber xwe didin.”
Nîdal Mihemed jî wiha got: “Em li dijî van êrişan û bê deng namînin em ê li berxwe bidin.”