Leşkerên hikûmeta Şamê gundewarên Idlibê da ber topan

Artêşa hikûmeta Şamê careke din gundewarên başûrê Idlibê bi topan kir armanc.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa hikûmeta Şamê gundên başûrê Idlibê bi topan kir armanc.

Di heman demê de, balafirên keşfê yên Rûsî li asîmanê Idlibê digerin.

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bargehên hikûmeta Şamê yên li Humsê kirin

Piştî kuştina 8 endamê komên bi ser Îranê ve li Dêra Zorê, li bejahiya Humsê jî îro çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bargehên hêzên hikûmetê û komên girêdayî wê kirin.

Heta niha jî ti agahî der barê kuştî û birîndaran de, nehatin biparvekirin.

Back to top button