KCK’ê bi boneya Roja Şehîdên Kurdistanê daxwiyaniyek da

18’ê Gulanê Roja Şehîdanên kurdistanê ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya rojê daxwiyaniyek da.
KCK’ê diyar kir ji bo pêşketina çanda cesaret, fedakarî û qehremaniyê de Şehîdên Meha Gulanê pêşeng in.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya Şehîdên Meha Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê destpêkê şehêdên meha Gulanê bi bîr anî û got:

Cihê meha Gulanê, di Şoreşa Kurdistanê de gelekî girîng e.

Ji bo pêşketina çanda di cesaret, fedakarî û qehremaniyê de Şehîdên Meha Gulanê pêşeng in.

Bibîranîna hevalên di meha Gulanê de şehîd bûne, ji bo biryardariya me ya li ser rêya wan gelekî girîng e.

Gelê me, bi vê zanebûn û van hestan ji her demê bêhtir divê şehîdên meha Gulanê bi bîr bîne.

Divê li bibîranînên wan xwedî derkevin.

KCK’ê di berdewamî de dazanîn ku Komkujiya Hewlêrê û şehîdên wê Bûyerek ji bûyerên meha Gulanê ye.

Gelê Kurdistanê yê welatparêz wê bi bibîranîna wê tim bi hêrs bibe.

PDK’ê, sala 1997’an bi dehan hevalên me yên birîndar ên di nexweşxaneyê de tedawî dibûn, şehîd kirin.

Ev komkujî û xayîntiya PDK’ê kiriye, wê gelê me qet ji bîr neke.

Mixabin PDK hêj jî li vê helwesta xwe xiyanetkar de berdewam dike.

PDK, xwe bi tevahî bi dewleta Tirk ve ku dijminên Kurdan e girê daye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dawiyê tekez kir ku meha Gulanê ji bo Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê jî giring e.

Rêber Apo, her tim giringî bi Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê û têkoşîna xeta van şoreşgerên mezin daye.

Pêdiviya Kurdan bi bipêşvebirina piştevaniya yekitiya bi tevgera sosyalîst, demokratîk a Tirkiyeyê re heye.

Hêviya şehîdan ji bo me ev e, divê em ji bo vê bibin bersiv û miheqeq pêk bînin.

Li ser vî asasî, divê her kes rastiya şehîdan hêj bi awayekê baştir fêm bike, bijî û têkoşînê geş bike.”

Komîteya Rêveber a PKK şehîdên 18’ê Gulanê bibîr anî

Back to top button