Komîteya Rêveber a PKK şehîdên 18’ê Gulanê bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK’ê jî bi heman armancê daxwiyaniyek da û got: “Encamên hilbijartinê yên 14’ê Gulanê nîşan dan ku divê têkoşîneke bêrawestan û hîn bi bandor bê kirin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 18’ê Gulanê ya Roja Şehîdên Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniyê de şehîdên meha Gulanê bibîr anî û ev tişt anî ziman:

“Rêber Apo ji bo hevrê Hakî Karer got ‘Mîna ruhê min ê veşartî bû’.

Xwedîderketina rast a li bîranîna hevrê Hakî Karer bi xwe re berxwedan û şehadetên nû anî.

Di 19’ê Gulana 1978’an de me li Hîlwanê hevrê Xelîl Çavgûn şehîd da.

Di êvara 17’ê Gulana 1982’an de çalakiya berxwedana dîrokî ya Çaran pêk hat ku zindana Amedê ronî kir.

Di 16’ê Gulana 1997’an de nêzî 70 hevrêyên me li Hewlêrê ji aliyê xiyaneta PDK’ê ve hatin qetilkirin.

Lewma meha Gulanê bû ‘Meha Şehîdên Kurdistanê’, 18’ê Gulanê jî bû ‘Roja Şehîdên Kurdistanê’.”

PKK’ê heman awayî şehîdên mezin ên Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê jî bibîr anî, da zanîn ku Rêber Apo ji bo xwedîderketina li vê bîranînê dest bi têkoşîna azadiyê kir.

PKK: Şehîdên me çavkaniya herî bingehîn a hêzê ne

Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku şehîd çavkaniya herî bingehîn a hêzê ne û wiha got:

“Şehîdên me hêza herî bingehîn e ku me weke gel û tevgerê perwerde dikin, bi rêxistin dikin, dikin yek û dimeşînin.

Dema me ya bihurî, îro û paşeroja me ye.

Her tim pêşeng û fermandarên me yên têkoşîna azadiyê ne.

Dema ku em li ser xeta şehîdan bi rengekî rast dimeşin, em her tim bi ser dikevin.

Lewma me timî xwe li ser xeta şehîdan perwerde kir, lêpirsîn kir û li ser vê bingehê timî xwe sererast kir, nû kir.”

PKK: Divê em xwe li ser xeta şehîdan û Rêbertî perwerde bikin

PKK’ê bang li hemû gelê welatparêz û dostan kir ku di xeta şehîdan û Rêbertî de hîn bêhtir rexnedayîna xwe bidin û got:

“Şert û merc ji me dixwazin ku li dijî mejî û siyaseta faşîst-qirker têkoşîneke hîn bi bandor û piralî bimeşînin.

Divê em rastiya Rêbertî û şehîdan ji her demê bêhtir rast fêhm bikin û bi serketî bi cih bînin.

Divê em xwe li ser xeta şehîdan û rêbertî hîn bêhtir perwerde bikin, bi rêxistin bikin.”

NPG şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

Back to top button