Komxebateke li Şehbayê pêk hat, xwezanekirina jinan jî hat destnîşankirin

Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi tevlîbûna 150 jinan, Komxebateke derbarê nîqaşkirina tundî li ser jinê û zewcandina di temen biçûk de li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist. Di komxebatê de îşaret bi zanebûna jinan û çalakkirina wê di hemû qadan de hate kirin. 

Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşma “Ji hemû cureyên tundiyê re ku civakê dike armanc em dibêjin na” komxebatek li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist.

Komxebat li hola Çand û Hunerê ya Axîn Welat bi beşdarbûna 150 jinan pêk hat.

Bi du mijaran komxebat hat birêvebirin, yek tundiya li ser jinê û ya din jî zewcandian bi temenê biçûke.

Beşa yekem ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Cebo ve hate bi rêve birin.

Rihab diyar kir ku gelek cûreyên tundiyê hene mîna tundiya” Malbatî, axaftin, cinsî, aborî û siyasî û hwd..”

Beşa duyeîn jî ji aliyê Endama Komîteya Jineolojî ya Efrînê Zehrîban Hisên ve hate şîrovekirin.

Piştre sînevîzyonek li ser zewicandina di temenê biçûk de hate pêşandan.

Di dawiyê de pêşniyarên hatine girtin, wiha ne:

Jin ciwan divê ji bo bilindkirina asta zanebûne, girîngî bidin xwendinê.

Ji bo wekheviya di navbera her du zayendan de jinên ciwan dê têbikoşin.

Divê elaqeyeke mezin bi mafên jinên ciwan bê kirin û werin parastin.

Jinên ciwan di beşa siyasî, civakî û jiyanî de roleke sereke bilîzin.

Hişyarkirina xeteriya zewicandina di temenê biçûk de.

Ji bo pêşxistina behreyên zarok û jinên ciwan divê plan werin dayîn.

Back to top button