DAIŞ’ê li Qereçoxê êrişî hêzên Iraqî kir û leşkerek birîndar kir

Çeteyên DAIŞ’ê careke din li Çiyayê Qereçoxê êrişî leşkerên Iraqê kirin.
Leşkerekî Iraqî di êrişê de birîndar bû. 

Çeteyên DAIŞ’ê duh bi şev careke din li çiyayê Qereçoxê êriş pêk anî.

Fermandarê Leşkerî yê li Herêma Mexmûrê Xazî Feysel der barê êrişê de agahî dan ajansa Rojnews’ê.

Xazî dibêje, çeteyên DAIŞ’ê şevê din li gundê Azîkendî yê deşta Ferac êrişî 2 noqteyên leşkerên Iraqê kirine.

Hat raghandin nêzî saetekê şer navbera çeteyan û hêzên Iraqê de dom kir û tê de leşkerekî Iraqî birîndar bûye.

Asayîşa Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê komek çete girt

Li aliyê din Asayîşa Başûrê Kurdistanê duh bi daxuyaniyekê ragihand komek çete li Hewlêrê hat girtin.

Asyişê got ku vê komê xwe bi navê wîlayeta şîmal a Bexdayê bi rêxistin kiribû û aramanc jî pêkanîna êrişên xwekuj bû.

Hat ragihandin vê kom 3 kes diyar kiribûn da êrişeke xwekuj pêk bînin.

Asayîşê da xuyakirin ku piştî şopandineke demdirêj, çeteyên vê komê hatin girtin.

Back to top button