Çeteyan 10 kes ji gundê Mamila yê bi ser navçeya Raco ya Efrînê revandin

Ji Efrîna dagirkirî, rojane girtin, revandin, dizî û talan dewam dike.
Çeteyan 10 kes ji gundê Mamila yê bi ser navçeya Raco revandin.

Li gundê Keferşîlê yê bi ser Efrînê jî çeteyan erîş birin ser malekê du kes birîndar kirin.
Li aliyê din heta niha çeteyan dest danîne ser berhemên 28.400 darên zeytûnê.

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj zêde dibe.

Li Gundê Mamila yê bi ser navçeya Raco çeteyan 10 kes revandin.

Hate zanîn çete bi erebeyên leşkerî ketine gun û hemû rêyên diçin gund girtin.

Ji hin kesên hatine revandin navên wan wiha ye:

Mistefa Mihemed Zêbar
Fewzî Hosên Osman
Ehmed Hisên Hemklîno
Ehmed Heyder Cafer
Mistefa Şewqî
Fewzî Murad Cafer

Hat diyar kirin çeteyan kesên ku revandin birin cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Çeteyan li gundê Keferşîlê êrîş birin ser malekê û du kes birîndar kirin

Li gundê Keferşîlê yê bi ser navenda Efrînê jî çeteyên ku navê Cebhe El-Şamiye li xwe kirine, êrîş birin ser malekê û xwediyên malê birîndar kirin.

Çeteyan di nîvê şevê de êrîş birin ser mala kesên bi navê Leyla Mihemed Omer û hevjînê wê û deriyê wan şikandin da ku jina bi navê Leyla birevînin.

Dema hevjînê Leyla nehişt çete wê birevînin, çeteyan gule li wan barandin û her du kes bi giranî birîndar bûn.

Li gorî Rêxistina Mafê Mrovan a Efrînê, Leyla daxwaza mala xwe kir ku çeteyan beriya 3 salan desteser kiribû, çeteyan xwestin wê birevînin.

Çeteyan ji destpêka meha Cotmehê berhemên 28400 darên zeytûnê dizîne

Li aliyekî din, bi destpêkirina dema berhevkirina zeytûnan, çete berhemên darên zeytûnê didizin û bacan li ser ferz dikin.

Hat diyar kirin ji destpêka meha Cotmehê û heta niha çeteyan berhemên zêdetirî 28400 darên zeytûnê dizîne.

Darên hatine dizin li gundên Qizilbaş, Ebûdan, Qurne, Şêx Xurzê, Yalanqoz, û hin gundên navçeya Bilbilê ne.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku çete li gundê Qizilbaşê li xelkê gund dixin û nahêlin biçin nava darên xwe.

Her wiha çete xelkê Efrînê neçar dikin ku zeytûnên xwe bifroşin kesekî ku çeteyan ew diyarkirine da ku bi nirxekî pir erzan berhemên wan bikire,

Kesên dij vê yekê derdikevin jî, gefan li wan dixwin ku bi hincetên cuda, wan direvînin.

Back to top button