Nurî Malikî: Tirkiye ferqê naxe navbera Kurdan

Li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî nerazîbûnên li dijî dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê zêde dibin.
Çavdêrên siyasî, rojnameger û hunermendan xwestin helwesteke xurt bê nîşandan û banga piştgiriya ji bo gerîla kirin.
Serokê Dewleta Yasa Nurî Malikî diyar kir ji bo Tirkiye Kurd hemû yek in û divê Kurdên ku hevkariyê pêre dikin divê vê bizanibin..

Li ser êrîşên dagirkeriyê ku Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, dengên nerazîbênê bilind dibin.

Serokê Koalisyona dewleta Yasa Nurî Malikî bal kişand li ser destwerdanên dewleta Tirk a li ser Iraqê û got:

“Ti demê wek niha destwerdanên derve li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê çênebûne, destwerdanên herêmî yên li ser Iraqê wek fermanekê lêhatine.”

Nûrî Malikî: Serkeftina Tirkiyê ya li hemberî PKK’ê ne pêkan e

Nurî Malikî diyar kir ku ji bo dewleta Tirk hemû Kurd wek hevin û got:

“Tirkiye bi ti awayî ferqê naxe navbera Kurdan.

Divê kurdên hevkariya Tirkiyê dikin, zanibin serkeftina Tirkiyê li hemberî PKK ne pêkan e.

Hêzên Herêma Kurdistanê nikarin li hemberî Tirkiyê rawestin û Tirkiye jî ji pirsgirêkên siyasî yên li Iraqê sudê digre.”

Back to top button