Li Silêmaniyê ji bo şehîd Helmet Viyan konê sersaxiyê hat danîn

Bi amadebûna hejmarek zêde ya welatiyên Silêmaniyê, çalakvan, hunermend û beşên cûda li Silêmaniyê ji bo gerîlayê HPG’ê Şehîd Helmet Viyan konê sersaxiyê hat danîn.

Li bin konê sersaxiyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûr Wehab Ehmed axivî û got:

Van şehîdan li her cihê dagirkerî ji bo azadiya gelê xwe canê xwe kirine mertal.

Di nava karwanên şehîdên me de zarokên her çar parçeyên Kurdistanê hene.

Şehîd Helmet jî yek ji wan şehîdan bû mîna bazek li Başûrê Kurdistanê bê mafî qebûl nekir.

Piştre Endama Desteya Serokatiya Tevgera Azadî Sara Reza jî axivî û got:

“Dewleta Tirk rojane çiya û xwezaya me kimyabaran dike. Herî dawî jî komek ji keç û xortên Kurdan bi çekên kîmyawî şehîd bûn.”

Li ser navê malbata şehîd jî bavê Şehîd axivî û got:

“Şehîd Helmet ne kurê min tenê bû, kurê her çar parçeyên Kurdistanê bû.

Serok Apo dibêje, Kurdbûn zehmete, tenê Kurdê bi şeref dikare Kurdbûnê hilbijêre.”

Back to top button