Federasyona Giştî ya Kar (CGT) ya ku li Fransayê bi sedhezaran endamên wê hene, diyar kir ku ew li pişta miletê Kurd e û xwest ku komkujiya 23’yê Kanûnê wek “êrîşa terorî” were pênasekirin.
Federasyona Giştî ya Kar derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanî komkujiya 23’yê Kanûnê kir.
Her wiha got ku çima komkujî bi tenê wek “êrîşa nijadperest” tê pênasekirin.
Federasyona Giştî ya Kar ev bang kir:
“Pênasekirina sûîkastên 23’yê Kanûna 2022’yan wek êrîşeke bi terorî û birêveçûyîna lêpirsînê bi destê dozgeriya neteweyî ku di warê terorê de pispor e.
Yên ferman dane, li ser axa Fransiyan bên eşkerekirin û darizandin.



