Jinên Kurd bi hikûmeta Arjantînê re civînek kirin

Derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser gerîlayan de û tecrîda li dijî Rêber Ocalan bi Wezareta Karê Derve ya Arjantînê re hevdîtinek hate kirin.

Heyeta ku jinên Kurd û Arjantînê di nav de bûn, bi rayedarên Wezareta Edaletê re civiyan.

Li gorî agahiyên ku ji heyetê hatine stendin, ji hikûmeta Arjantînê hatiye xwestin ji bo pêşiya êrişên kîmyewî bigire bila têkeve nav hewldanan.

Cladûîa Korol a ku li ser navê femînîstên Abya Yalayê tevlî civîinê bû got “Em bi sekreterê Mafên Mirovan a Wezareta Karê Derve re rûniştin.

Me derbarê êrîşên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî û binpêkirinên mafên mirovan ya li Tirkiyeyê dosyeyek pêşkêşî sekreter kir.

Korol diyar kir wan di dosyeyê de bal kişandine ser tecrîdê jî û got:

“Em ji zû ve azadiya Rêber Ocalan diwazin. Em diyar dikin ku gelê Kurd û jinên Kurd ne bi tenê ne.”

Beverly Keene jî diyar kir ku wan xwestine ji bo bikaranîna çekên kîmyewî were kontrolkirin û astengkirin, divê organîzasyonên navneteweyî lêkolînekê bidin destpêkirin.

Back to top button