Nivîskarên Kerkûkê: PKK’ê ax, ziman û welatê Kurdan ji nû ve zindî kir

Nivîskar û rewşenbîrên Kerkûkê salvegera 45’an damezirandina PKK’ê pîrozkirin û gotin: ”Bi têkoşîna PKK’ê re kurd li qirkirinê xilasbûn û îro cîhan bi saya PKK’ê kurdan naskir.”

Nivîskar û rewşenbîrên Kerkûkê di derbarê giringiya avabûna PKK’ê û têkoşîna PKK’ê de ji ajansa Rojnews’ê re axivîn û gotin.

Nivîskar û Rojnamevan Behîr Mehmud di derbarê mijarê de wiha axivî:

“Bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi taybet li ber şehîdên PKK’ê ku li dijî dagirker û faşîstê herî mezin şer dikin ditewînim.

PKK di demek wiha de derket ku dijminên gelê Kurd dixwest, gelê Kurd ji dîrokê tine bike.

PKK’ê got ’em Kurdin û li ser xaka pîroz a Kurdistanê ne’.

PKK’ê ax, ziman, fikir, welat û Kurdan ji nû ve zindî kir.”

Nivîskar Mihemed Seîd Kerîm jî qala giringiya salvegera damezrandina PKK’ê kir û wiha got:

“Li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd ber bi tûnebûnê ve diçû, ji bo wê PKK di dema xwe de hate damezrandin.

Dijminên Kurdan li Bakurê Kurdistanê navê Kurdan nedigotin, lê bi PKK’ê re kurd îro li herderê tên nasîn.”

Back to top button