39 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed 39 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û ti agahî jê nayê girtin.
Her ku diçe fikar û gumanên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.
PDK’ê rê nade ku ne malbat ne jî parêzer wî bibînin.

Edîtorê ajansa rojnewsê Silêman Ehmed ew 39 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Ruxmê hemû bangan û bertekan jî lê PDK’ê bêdengiya xwe diparêze.

Her roja ku diçe fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Koçer Elî: Divê deshilat li gorî yasayê nêzî rojnamevanan bibe

Rojnamevan Koçer Elî derbarê revandina Silêman de got;

“Binçavkirina rojnamevan Silêman Ehmed binpêkirina li beramberî rojnamevanane.

Desthilat azadiya fikir û raman asteng dike.”

Koçer Elî destpêkê revandina rojnamevan Silêman Ehmed şermezar kir û xwest demek ji ya din zûtir Silêman were berdan.

Koçer di dewama axaftina xwe de da zanîn ku bi binçavkirina rojnamevanan, desthilat û hêzên ewlekariyê yasaya rojnamevaniya Kurdî binpê dikin, wek sedem jî got;

“Ji ber ku azadiya karê rojnamevaniyê hatiye misogerkirin.

Lê nabe ji ber rojnamevanek li gorî desthilatê nafikire, bê girtin.

Binçavkirina Silêman Ehmed binpêkirina li beramerî rojnamevanane.

Wek her carê desthilat karê rojnamevaniyê asteng dike.

Pêwîste mafê rojnamevanan bê parastina da ku bi azadane ji bo Kurdistanê karbikin.”

Rojnamevan Koçer Elî behsa tometbariyên PDK ên ji bo Silêman Ehmed jî ev tişt anî ziman:

“Sucdariyên PDK’ê li Silêman Ehemd dikin, ne rastin, desthilat dixwaze doza Silêman Ehmed weke ya girtiyên Behdînanê lê bike.

Ji ber ku bê ku tiştek hebe, desthilat rojnamevan Silêman Ehmed sucdar dike.”

38 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button