Huseyîn Kuçukbalaban: Heke tecrîd dom bike wê gengeşeyên civakî derbikevin

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, derbarê polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê tên meşandin de û têkildarî çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê axivî û got:
“Heta ku Ocalan di din tecrîdê de be dê avakirina aştiya civakî pêkan nebe.

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban li ser polîtîkayên tecrîtê axifî û destnîşan kir ku heke tecrîda li Îmraliyê berdewam bike, dibe ku gengeşîyên civakî rû bidin û got:

“Heta ku Birêz Ocalan di din tecrîdê de be dê avakirina aştiya civakî pêkan nebe.

Em wek saziyên parastina mafên mirovan dixwazin ku pirsgirêka kurd bi aştiyeke demokratîk were çarserkirin.

Derbarê ewlehî û tenduristiya girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê de tên ragirtin, agahî bigirin.”

“Agahî negirtina ji birêz Ocalan ji bo Kurdan sedema metirsiyê ye”

Huseyîn bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di pirsgirêka kurd de aktorekî girîng e û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Ji ber kurd ji Rêber APO agahî nagirin, gumanên wan zêde dibin.

Çalakiya girtiyên di girtîgehan de jî ji ber van gumanan in.

Gelek çalakî hatin lidarxistin, Meşa Gemlîkê çêbû. Gelê kurd li Îmraliyê çi diqewime meraq dike.

Ji ber vê yekê girtiyên siyasî ji 27’ê mijdarê heya 15’ê sibatê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin.”

Kuçukbalaban diyar kir ku ew wek ÎHD ji bo ku geşedanên li Îmraliyê hîn bibin ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê xwestine ku şandeyeke biçe Îmraliyê.

Huseyîn Kuçukbalaban: Divê li dijî tecrîdê destê kî çi tê bike

Di dawiya axaftina xwe de Huseyîn Kuçukbalaban da zanîn ku ew bi rêxistinên xwe yên li 27 bajaran û 8 nûnertiyan ve, bi tevahiya girtîgehan re eleqedar dibin û got:

“Li gorî tecrûbeyên me yên berê çalakiyên grevên birçîbûnê ewilî wek demkî û dorveger tên lidarxistin piştre dibin bêdem û bêdorveger û herî dawî jî dibin rojiyên mirinê.

Ev dibe sedema gengeşiyên mezin ên civakî.

Divê her kesek bi zanebûna ku dê rojekê tecrîd li ser wî jî were sepandin tevbigere û ji bo aştiyê tişta ji destê wî/wê tê bike.”

Nûnertiya HDP’ê ya Başûr: Divê tecrîda li ser RêberOocalan demildest bê rakirin

Back to top button