Artêşa Iraqê li sînorê Mexmûrê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin

Fermandarê Xwebexş yê hêzên Pêşmerge yên li sînorê Mexmûrê Xazî Feysel ji Rojnews’ê re ragihand ku artêşa Iraqê li sînorê Mexmûrê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyon daye destpêkirin.

Fermandarê Xwebexş yê hêzên Pêşmerge yên li sînorê Mexmûrê Xazî Feysel ji Rojnews’ê re ragihand ku şeva borî di navbera gundên Eliyereş û Dûser ên li deşta li ber palê çiyayê Qereçox şer navbera Artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de derket.

Her wiha ragihand ku artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge çeteyên DAIŞ’ê xistine dorpêçê û artêşa Iraqê û bi balefirên şer û tankan bi dijwarî çeteyan bombebaran dike.

Xazî Feysel destnîşan kir ku malbatek Kurd jî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin ku li gundê Koltepe ji aliyê çeteyan ve hatibû dorpêçkirin.

Back to top button