Dewleta Tirk ava li ser 34 gûndên Rojhilatê Kobanê ev 2 mehe qutkiriye

Ev 2 meh in dewleta Tirk a dagirker av li ser 34 gundên rojavayê Kobanê qut kiriye. Ji ber vê polîtîkaya qirêj, şêniyên van gundan bi kerasetekî mirovî re rû bi rû ne.

Endamê Rêveberiya Gerînendeya Avê ya navçeya Qinayê ya Kobanê Mihemed Çolbeg diyar kir ku ava bîraên wan 34 gundan şor e û nayê vexwarin û ev du meh in bi vê pirsgirêka cidî re rû bi rû ne .

Mihemed da zanîn ku ji sê projeyan (projeya Zor Mixar, Ewas, Şêxler) niha tenê projeya Ewas dixebite.

Şêniyên herêmê jî da xuyakirin ku piştî ava Firatê hatiye qutkirin ew bi tî maneû teqez kirin ku dewleta Tirk bi van kirinan dixwaze wan koçber bike û guhertina demugrafî li herêmê pêk bîne.

Mihemed Çolbeg
Endamê Rêveberiya Gerînendetiya avê ya navçeya Qinayê

Back to top button