Li Endonezyayê brûsk li qada futbolê ket

Lîstikvanê futbolê yê 35 salî Septain Raharja roja şemiyê li Endonezyayê di maça dostaniyê ya ku hat lîstin de birûskê li qadê ket û jiyana xwe ji dest da.

Di maça dostane ya navbera Bandung û Subang de roja Şemiyê li Stadyuma Siliwangi li Bandung, West Java, Endonezya, birûskê li qada kesk ket.

Futbolvanê 35 salî Septain Raharja yê ku di Subangê de dilîze, ji ber ku birûskê lê ket, ser hişê xwe çû.

Piştî bûyerê hevalên wî yên tîmê bazdan alîkariya futbolvanê Endonezyayî kirin.

Raharja ku ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin.

Beriya niha jî lîstikvanê futbolê yê 25 salî yê ku li Endonezyayê di klûba Bojonegoroyê de dilîst jî ji ber ku birûskê lê ket jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button